Li paytexta Swêd Stockholmê meşa dirêj ya Kurdistanî û dostên wan ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê dest pê kir.
Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinan a Amara Kurdistanî û dostên wan li Qada Medborgarplatsenê li hev civiyan û mîtîngek lidarxistin. Piştî mîtîngê meşa dirêj a du rojan dest pê kir.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Swêdê Ridvan Altûn got ku Ocalan temînata azadî û aşitiya li Rojhilata Navîn e û paradîgmaya Ocalan ji aliyê gelên ku li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn ve hatiye qebûlkirin.
Altûn wiha jî got; “Em ê ji nirxên xwe tawîz nedin û heta Rêbertiya me ji esaretê rizgar bibe, heta hilweşîna qesra Erdogan bê navber em ê têbikoşin.”
Ji Meclîsa Jinan a Amara Ayşe Goktepe jî got gelê Kurd 21 sal in roja 15’ê Sibatê weke roja reş bi hêrsekê pêşwazî dikin û wiha domand; “Em komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin. Hûn ê tu caran nekarin roja me tarî bikin. Roj êdî roja azadkirina Rêbertiya me ye.”
Piştre girseya gel wêneyên Ocalan û alayên PKK, KCK, YPG/YPJ hildan û bi dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî”, “Bijî Serok Apo” , “Ocalan gel e, gel em in” meşiyan.
Qonaxa duyemîn a meşê wê 16’ê Sibatê (sibe) saet 11:00’an li Ralamshovsparkenê dest pê bike.
