NAVENDA NÛÇEYAN – Rejîma Sûriyeyê seranserî rojavayê sînorê Helebê xist kontrola xwe û ji komên El Nusra paqij kir. Di şerê îro de 2 nokteyên çavdêriyê yên Tirkiyeyê ketin dorpêça rejîma Sûriyeyê. Rejîma Sûriyeyê îro şerekî dijwar li dijî komên çekdar du serkêşiya wan El Nusra dike kir. Di şerê îro de 30 balafirên şer ên Rûsya piştgirî da rejîma Sûriyeyê. Di saetên êvarî de 2 nokteyên çavdêriyê yên Tirkiyeyê ketin dorpêça eskerên rejîmê. Hêza rejîmê bipiştgriiya Îran û Rûsya seranserî sînorê rojavayê Helepê ji komên çekdar ên wekî El Nusra û HTŞ’ê paqij kir. Hat diyarkirin ku balafirgeha Halepê ji destê komên çekdar hat rizgarkirin. rejîmê herêma Heyyan, Haritan, Biyanûn û Kefer Hemra xist kontrola xwe.
Rejîma Sûriye seranserî rojavayê Helep xist konrola xwe
