Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 17’ê SIBAT 2020, duşem
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Ji parêzerên Buroya Hiqûq ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol, got: Tecrîd, êdî li giravekê bi tenê nîne, veguheriye rêbazeke rêvebirinê. Cihê vê siyaset û sîstema Imraliyê di ti hiqûqî de nîne.
&- Navenda Ragihandina HPGê, diyar kirin ku balafirên şer yên Artêşa Tirk ya dagirker, herêmên girêdayî Herêmên Parastina Medya bombarduman kirin,
&- Walîtiya Tirk a dagirker gelek herêmên bejahî yên li Şirnexê ku weke herêmên leşkerî ragihandibû û ketin û derketina wan li welatiyan qedexe kiribû, qedexeya li herêmê 15 rojên din dirêj kir.
&- Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Cemal Şerîk got, Polîtîkaya Emerîka û Rûsyayê ji aliyê cehwerî ve heman polîtîka ye. Di rewşa heyî de yek baş, yek jî nebaş nîne. Her dû ji şerê serweriya herêmê dikin.
&- Tîmên Tolhildanê li Stenbol û Amedê çalakî lidar xistin.