Li gorî demên derbasbûyî, li Çînê hejmara kesên ku vîrûs di xwîna wan de tê dîtin, ji sedî 40 kêm bûye. Ev yek ji aliyê pisporan weke nîşaneyeke erênî tê binavkirin. Lê tevî vê yekê jî dawî li mirinên komî nayê.

Komîteya Tendirûstiyê ya Çînê têkildarî encama dawî a vîrûsa Coronayê de ev agahî bi raya giştî re parve kirin.

Li gorî vê yekê di nava 24 saetên derbasbûyî de 98 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan. Ji wan 93 kes xelkê eyaleta Hûbeî in.

Kesên ku vîrûs di xwîna wan de hatiye tesbîtkirin jî 1886 in.

Li gorî vê yekê, hejmara fermî ya qurbaniyên vîrûsê li Çînê derket 1868’an.

Û ya kesên bi vîrûsê ketine bû 72 hezar û 436.