Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê bi wesîleya salvegera 7‘emîn a şehadeta fermandar Rustem Cûdî, her wiha ji bo bîranîna 23 têkoşerên azadiyê yên meha Îlonê merasîmê bîranînê li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya gundê Berkevirê organîze kir.

Bi sedan welatiyên Serêkaniyê, Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir û Zerganê, Rêveberê TEV-DEM‘ê Aldar Xelîl, Hevserokê Desteya Rêveber a herêma Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan, endam û nuerên Kongreya Star û saziyên civaka sivîl û hêzên leşkerî  beşdarî merasîmê bîranînê bûn.

Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paşê Aldar Xelîl axivî û got: “Rizgarkirina Efrînê peywira me sereke ye, em soz didin şehîd û gelên xwe ku berdêl çi be em ê Efrînê rizgar bikin û mizgîniya rizgarkirina Efrîn ji dagirkeran bidin şêniyên xwe yên Efrînê.”

Xelîl anî ziman ku şehîd Rustem Cûdî fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şopand. Aldar Xelîl soza şopandina fikrê Ocalan dûbare kir.

Hevserokê Desteya Rêveber Abdulkerîm Sarûxan jî di kesayeta şehîd Rustem Cûdî, hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û got: “Ramanê Rustem Cûdî di dil û mejiyê me de mayinde ye, em soz dikin ku em ê xeta wî temam bikin ta armancên wî pêk bînin.”

Birayê şehîd Rustem Cûdî Xelîl Osman jî di merasîmê de axivî û got ku ew ê xeta şehîdên tevgera azadiyê bişopînin ta civakeke azad û demokratîk pêk were.

Rustem Osman (Rustem Cûdî) di encama êrîşeke hewayî ya dewleta Tirk a li ser qadên Parastina Medyayê li Xakûrkê de di 10‘ ê Cotmeha 2011‘ an de şehîd bû.