Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç li ser kongre û konferansên partiya xwe axivî û destnîşan kir ku piştî kongreya mezin wê dest bi çareserkirina kêmasiyên xwe bikin. Amadekariyên ji bo kongreya asayî ya HDP’ê dewam dikin ku 23’ê Sibatê wê pêk were. Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç ji ANF’ê re li ser mijarê axivî.

Olûç diyar kir, wan kongreyên bajar û navçeyan û konferansên herêman bi dawî kirin û destnîşan kir, ku konferans ji bo wan gelekî girîng bûn.

Olûç anî ziman, bi rêya van konferansan wan ji aliyekî ve rêxistinên xwe yên bajar û navçeyan ava kirin, ji aliyê din ve jî polîtîkayên partiya xwe nîqaş kirin.

Olûç diyar kir ku wan di konferansan de pirsgirêkên herêmî û giştî yên partiya xwe nîqaş kirin û got, “Di nîqaşan de me li ser perspektîfa dema bê biryar girtin. Ev pêvajo ji bo me girîng bû. Dema ku me ev konferans li dar xistin ne tenê du salên dawî nirxandin. Me pirsgirêkên xwe yên rêxistinî, kêmasiyên xwe, şaşitiyên xw enîqaş kirin.”

Olûç destnîşan kir ku ew vê pêvajoyê weke pêvajoya çareserkirina pirsgirêkên xwe dibînin û kongreyê re wê vê pêvajoyê bixin meriyetê.

TIFAQ DEMOKRASIYÊ

Sarûhan Olûç têkildarî tevlîbûna li kongreyê jî anî ziman ku ji Rojhilata Navîn, Kurdistanê û Ewropayê ew li benda tevlîbûneke xurt in.

Olûç ragihand ku partiya wan ji bo paşeroja Tirkiyeyê tiştên gelekî girîng dibêje û got, “Em ê dema bê zemîneke polîtîk li Tirkiyeyê biafirînin ku hêzên aştî, wekhevî, azadî, edalet û demokrasiyê dixwazin li ser li hev kom bibin. Ev yek wê ne tenê ji bo hilbijartinê be, wê ji bo dema piştî hilbijartinê jî be.”

‘TECRÎD WÊ TIMÎ DI ROJEVA ME DE BE’

Olûç diyar kir ku piştî kongreya mezin wê giraniyê bidin ser karê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û got, “Mijara tecrîdê ji bo me gelekî girîng e. Car carna bi çalakiyan hewl dan ku encamê werbigirin. Herî dawî greva birçîbûnê bi berfirehî hate lidarxistin, encamek jê hate wergirtin, lê belê encam mayinde nebû. Ev ne tiştekî welê ye ku tenê çend hevdîtin bê kirin. Divê bi rengekî mayinde û rêk û pêk be. Ji ber ku em tecrîdê li dijî mirovahiyê dibînin. Rewşeke ku li dijî qanûn, destûra bingehîn peymanên ku Tirkiyeyê mohra xwe daniye binî û Peymana Demokratîk a Navneteweyî ye. Nepêkane ku ev bê qebûlkirin. Em vê tecrîdê li dijî şexsekî nabînin. Tecrîd li dijî gelê Kurd e.”

Olûç diyar kir ku tecrîd ne tenê pirsgirêka gelê Kurd e û got, “Eger li dijî vê têkoşînê neyê meşandin, wê bêdemokrasî, bêedaletî belav bibe. Em ê tecrîdê ti carî ji rojeva xwe dernexînin.”