Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 21’ê SIBAT 2020, ÎN
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Polîsên dewleta Tirk, li Mêrdînê avêtin ser malan û Hevşaredarê Qoserê yê berê Îsmaîl Asî û rêveberên HDP’ê û DBP’ê binçavkirin.
&- PEN’a Kurd têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, daxuyaniyek da û got: Zimanê Kurdî, zimanê 50 milyon Kurdan e û mafê 50 milyon Kurdî tê inkar kirin.
&- Jinên Tevgera Azadî, li Başûrê Kurdistanê, ji bo avakirina platformeke jinan, dest bi hevdîtinên li gel partiyên siyasî yên herêmê kir.
&- Îstîxbata dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 4 sivîl revandin û berhemên dîrokî talan dikin.
&- Li Efrînê di encama çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrîn HREyê de 5 çete hatin kuştin û 2 tirimbêlên çeteyan jî hatin rûxandin.
&- Wezareta Parastinê ya Rusyayê ragihand balafirên Rûsyayê tankek, 6 panzêr û 5 erebeyên leşkerî yên çeteyên girêdayî Tirkiyê ku li Idlibê êrişê nuqteyên artêşa Sûriyê kirin, rûxandin.