Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay got, ”Kongreya me wê bibe beyana ”em li vir in, di nav HDP’ê de ne”. HDP dixwaze dahatuyê em bi hev re ava bikin.”

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay civîna asayî ya heftane li navenda giştî ya partiya xwe kir. Kubîlay derbarê Kongreya Asayî ya 4’an a HDP’ê axivî, ku 23’yê Sibatê wê pêk were.

Kubîlay derbarê komkujiya Hanau ya li Elmanyayê got,”Mixabin li gelek welatên cîhanê desthilatên siyasî êrîşên nîjatperest ji nedîtî ve tên. Tenê şermezariyên formel têrên nakin, ji bo çareseriyê ji bûyer û diyardeyan re bibînin, ku nîjatperestiyê gur dikin, xwe tevnalebitînin jî.”

Kubîlay derbarê kongreyê agahî da ku kongre wê li Hêwana Sporê ya Enqerê çêbibe û got,”Kongreya me ya mezin de pêk were ku Tirkiye ji hêla krîzên aborî, siyasî û herêmî ve yên ku ji hev dixwin û hev xurt dikin ve karekterîze bûye û Tirkiye ketiye konjonktureke ku ketiye veqatana rê, wê pêk were. Bi rengekî ku em hay ji vê konjonktûrê hene, em ê nexşereyêke siyasî derxînin ku hedefên stratejîk ên sereke yên dema pêş derxînin û HDP’ê bigihînin van hedefan.

Di 23’yê Sibatê de wê Kongreya Mezin a 4’an wê were kirin ku polîtîkayên ku wê reng bidin xeta polîtîk û rêxistinî  ya partiya me, veguherin ser biryara ku me girêbide.”

Kubîlay bi berdewamî zext û operasyonên tasfiyekirinê yên li ser HDP’ê bi bîr xist û gt, ”Wê li dijî tayînên qeyûm ku vîna Kurdan desteser kirine, li dijî operasyojên her roj ên polîsan, li dijî destgîrkirin û girtinan wê bibe beyana,”Em li vir in, li nav HDP’ê ne” ya Kurdan.

Kubîlay her wiha got kongreya wan li ser hedefa komara demokratîk a wekhevîxwaz, azadîwaz, pirreng, ekolojîk  wê bibe rawesta hevpar a israra li ser îdeala jiyana nû.

Kubîlay got, ”HDP dixwaze ku em dahatuyê bi hev re ava bikin.

Em ji bo vegera li ser pergala parlamenter a demokratîk, ji bo pêvajoya derbasbûna siyasî hazir in. 

Li ser rêgeza serdema 2’yan wê nermbûnek nebe, guherîn li gorî hewcehiya qedroyan wê were çêkirin.”