Malbata Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo dîtina xizmên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Mehmet Ocalan birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn û keça wê Eylem Çetîn bi rêya parêzerên xwe serî li serdozgeriyê dan.

Ji 12’ê Tebaxa 2019’an ve serlêdana wan tên redkirin.