Berpirsê Karên Gel ê Wezareta Tendiristiyê ya Îranê Kîyanûş Cîhanpûr îro bi daxuyaniyekê diyar kir heta niha bi tevahî 5 kes ji ber vîrûsa koronayê mirine.

Cîhanpûr her wiha diyar kir li welêt ji ber vîrûsê wê hin kesên din jî bimirin û 10 weqayên nû hatin tespîtkirin.

Li Îranê weqayên vîrûsê bûne 28, heta niha kesên ku ji ber vîrûsê mirine bûne 5.