Di navbera Talîban û Washîngtonê de ev serê salekê ye muzakere tên kirin û roja Şemiyê agirbest hate îlankirin. Heke vê pêvajoya ‘kêmkirina şîddetê bi ser bikeve’ wê di 29’ê Sibatê de di navbera DYE û Talîbanê de peyman were çêkirin.

Trûmp diyar kir ku heke ev hefte baş derbas bibe ew ê jî peymanê îmze bike.

Li gorî peymanê wê leşkerên DYE’yê xwe vekişînin û divê di navbera Efganan de muzakere were destpêkirin.