Hejmara mirovên ji ber vîrûsa Korona jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Welatên herêmê jî sînorên xwe digirin. Li Çînê di nava 24 saetên dawî de 150 kesên din jiyana xwe ji dest dan.

Li Îranê hejmara mirovên ji ber vîrûsa Korona jiyana xwe ji dest dan zêde bû. Îro jî 4 kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Bi vî rengî hejmara qurbaniyan bû 12 kes. Hate ragihandin ku li gelemperiya Îranê 47 kes bi vîrûsê ketine.

Piştî ku vîrûs li Îranê der bû, welatên cîran jî ketin nava liv û tevgerê. Iraq, ji bo vîrûs derbasî welatê wan nebe di 20’ê Sibatê de ji bo 3 rojan deriyên xwe yên sînor li Îranê girt.

Ji ber belavbûna şewbê li Îranê, bi biryara Serokwezîr Adil Abdulmehdî dema girtina deriyê sînor hate dirêjkirin. Hate ragihandin ku her du derî li bazirganiyê hatine girtin.

Waliyê Diyalayê Mûsenna et-Temîmî bi daxuyaniyekê diyar kir ku deriyên sînor ên Mendelî-Somer û Mûndûriye ji bo 3 rojan ji bazirganiyê hatiye girtin.

Temîmî ragihand, biryar ji bo çavdêrî û kontroleke xurt a li Iraqiyên ji Îranê vedigerin hatiye wergirtin.

BI SEDAN KES KIRIN KARANTÎNAYÊ

Yên ji Îranê vedigerin Iraqê û Başûrê Kurdistanê dikevin karantînayê.

Wezîrê Karên Hundir ê Herêmî Rêber Ahmed beriya çend rojan daxuyaniyek da û diyar kir ku Iraqiyên ji Îranê vegeriyane wê 14 rojan di bin çavdêriya tibî de bimînin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Hikumeta Herêmê Saman Berzencî anî ziman ku 911 kesên beriya 3 rojan ji Îranê vegeriyan di karantînayê de ne.

Berpirsyarê Çapemeniyê yê Deriyê Sînor ê Başmakê yê li Silêmaniyeyê Haci Alî ragihand, di çarçoveya fermanên Wezareta Karên Hundir û Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê kesên ji Îranê vedigerin di kontrola timî de tên derbaskirin.

REWŞA LI KOREYA BAKUR Û ÇÎNÊ

Li Çînê jî ku vîrûs lê derkete holê di nava 24 saetên dawî de 150 kesî jiyana xwe ji dest dan û 409 kesên din bi vîrûsê ketin. Hejmara mirovên li Çînê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 2 hezar û 594 kesî. 77 gezar û 150 kes jî bi vîrûsê ketine.

Koreya Bakur di çarçoveya tedbîrên dijî vîrûsê de 380 biyaniyên li welêt xist karantînayê.

Hate ragihandin ku piraniya wan dîplomatên li Pyongyangê wezîfedar in.

Nêzî 200 biyanî 30 roj in nikarin ji devera ku lê ne derkevin û dema karantînayê jî hate dirêjkirin.

Li Koreya Bakur hîn kesekî bi vîrûsê nehatiye tespîtkirin.