8’emîn Kongreya Asayî ya PYD’ê li bajarê Rimêlanê dewam dike.

8’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Rimêlanê di roja duyemîn de ye.

Kongre bi dirûşma “Em ê bi yekîtiya demokratîk dagirkeriyê têk bibin, rêveberiya xweser xurt bikin û Sûriyeya demokratîk ava bikin” pêk tê û 600 delegeyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî bûne. 

Di roja destpêkê de piştî axaftinan raporên kar ên Meclîsa Giştî ya PYD’ê, Meclîsa Jinan a PYD’ê û rêxistinên wê hatin xwendin.

Di rojeva îro ya kongreyê de nîqaşên li ser bernameya partiyê, rêziknameyê û meclîsa partiyê hene.

Piştî nîqaşan wê hevserokên nû û endamên meclîsa partiyê bên hilbijartin.

Kongre li çapemeniyê girtî dewam dike.