Gilî ji aliyê 8 parlamenterên Dîe Lînke (Partiya Çep) hate kirin. Wekîlan bi daxuyaniyekê gotin, “Şerê droneyan ê DYE’yê li dijî hiqûqa navneteweyî ye û binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Êdî nayê qebûlkirin ku hikumeta federal destûra vî şerî bide û piştgiriya wî bike.”
Parlamenteran tevî Merkel her wiha giliyê Wezîrê Karên Derve Heîko Maas, Wezîra Parastinê Annegret Kramp-Karrenbaûer û Wezîrê Karên Hundir Horst Seehofer jî kirin.
DYE’yê di 3’ê Çileyê de li Bexdayê Fermandarê Hêza Qûdsê ya Mûxafizên Şoreşa yên Îranê Qasim Silêmanî bi êrişeke drone de kuştibû.
Parlamenterên Dîe Lînke gotin, “Fermana vê êrişa bi droneyê tenê ji stasyoneke navberê ya li xaka Elman a li baregeha hewayî ya Emerîkayê ya Ramsteînê dikare bişîne.”
Li gorî parlamenteran, hikumeta Elman bi destûra ji bo bikaranîna vê baregehê bûne hevkarê sûcê kuştina Silêmanî.