Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 2ê ADARê 2020, DUŞEM
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê şewata li Îmraliyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, heta ku ji Rêber Apo agahî were stendin divê berxwedan bidome
&- Komîteya Rêveber ya PKKe, derbarê şewata li Îmraliyê de daxuyaniyek da û got: Ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê, ji bo hilweşandina faşîzma AKP-MHP’ê, ji bo demokratîkkirina Tirkiyê em têkoşînê geş bikin.
&- Komeke faşîst, li Aydinê êrîşî avaniya HDPê kirin.
&- Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê diyar kir, “Potansiyela jinê ku li tevahiya cîhanê bi pêşengiya jinan afiriye û rabûye ser piyan, hêza xwe ya guhertinê heye.”
&- Li Agiriyê li dijî Mûdûriyeta Gûmrûkê ya li Gûrbûlakê çalakiyeke bi roketan hate lidar xistin.