Li gorî ajansa nûçeyan a Îranê berdevkê Wezareta Karê Derve Abbas Mûsavî got: “Baweriya me bi vê niyet û alîkariya Emerîkayê nayê.”

Serok Dewletê DYE’yê Donald Trûmp roja Şemiyê daxuyaniyek dabû û gotibû: “Ji bo alîkarîkirina di vê mijarê de, em amade ne. Yekane tişta ku bikin, vê bixwazin in.”

Mûsavî destnîşan kir ku pêşnûmeya rêveberiya Washîngtonê ya li dijî vîrûsa koronayê tenê bi ‘armanca propagandayê’ ye.

Li gorî bîlançoya fermî ya Îranê vê Yekşemê 12 kes ji ber vîrûsê mirine, bi vê hejmara kuştiyan gihişte 66’an. Li tevahiya welat hezarû 501 kes bi vîrûsê ketine. Piştî Çîn û Koreya Bakur herî zêde li Îranê welatî bi vîrûsê dikevin. Guman heye ku hejmara kesên bi vîrûsê ketine û pê mirine li gorî daneyên heyî hê zêdetire. Gelek çavkaniyan anî ziman ku hejmara rast tê veşartin.

Di vê navê de Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) cara yekem e tîmeke tenduristiyê dişîne Îranê. Tîm wê bi balafireke leşkerî ya girêdayî Emîrtiyên Ereb  bi tonan amûrên tenduristiyê bişîne Îranê. Li gorî buroya WHO ya li Dûbaîyê, wê 7,5 ton amûrên tenduristiyê bişînin Îranê.