Kurdên li Krasnodarê diyar kirin ku şewata li Girava Îmraliyê derketiye tesadûfî nîne û xwestin, parêzer û malbata Ocalan biçin Îmraliyê û hevdîtinê bikin.

Kurdên li bajarê Krasnodar ê Rûsyayê, ji ber şewata li Girava Îmraliyê tirs û fikarên xwe yên der barê tenduristî û ewlekariya jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê ragihandin.

Bi navê çalakgeran endamê rêveberiya organîzasyona Kurdên li Krasnodarê Batîrzanî Gasanov û Refîk Babayev daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de tecrîdkirina Ocalan hate şermezarkirin û hate xwestin, ku parêzer û malbata Ocalan tavilê hevdîtinê pê re pêk bînin.

Her wiha ji raya giştî ya cîhanê û rêxistinên navneteweyî yên mîna CPT hate xwestin, ku bes bêdeng bimînin dest li rewşê werdin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd bi saya têkoşîna Ocalan bi pêş ketiye û hate gotin, heta azadiya Ocalan wê benavber têbikoşin.