Komîteya Rojava li bajarê Gavleyê ji bo boykotkirina mal û tûrîzma Tirk çalakî li dar xist.
Komîteya Rojava li bajarê Gavle yê Swêdê, di çarçoveya kampanya boykotkirina mal û tûrîzma Tirk de çalakiyek li dar xist.
Endamên komîteyê li ber firoşgeha ICA ya li Hemlîngbyê li hev kom bûn û ji bo boykotkirina malên Tirk belavok belav kirin.
Her wiha mirovên li derdorê der barê sûcên şer ên dewleta Tirk de ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, hatin agahdarkirin.