Li paytexta Îtalya Romayê, komên çep û Kurdan polîtîkaya Ewropayê û rejîma Tirk a li dijî koçberan şermezar kirin.
Çalakî danê êvarê hate lidarxistin û bi dehan kes tevlî bûn. Di çalakiyê de komên çep û Kurd li hev kom bûn û polîtîkaya rejîma Tirk ku berê koçberan da ser sînor û polîtîkaya koçberan a Yekîtiya Ewropayê hate şermezarkirin.
Ramazan Guneş bi navê Komîteya Kurd axivî û diyar kir, dewleta Tirk a faşîst bi şer û dagirkeriyê Kurd ji cih û warê wan kirine, heman rejîm vê carê gelên din weke malzemeyeke gefxwarinê û şantajê bi kar tîne.
Guneş her wiha nerazîbûn nîşanî hêzên navneteweyî da ku bi salan e li pêşberî komkujî û dagirkeriya rejîma Erdogan bêdeng in û hevkariyê jê re dikin.