Yekîtiya Ewropayê şantaja koçberan a dewleta Tirk red kir û bang kir ku peymana penaberan a beriya niha hate îmzekirin bi cih bê anîn.
Wezîrên Karên Hundir ên 27 welatên Yekîtiya Ewropayê bi civîneke lezgîn deklarasyoneke hevpar weşandin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Yekîtiya Ewropa, zexta koçberan a Tirkiyeyê ku bi armanca siyasî tê kirin bi tundî red dike.
27 welatan her wiha bang li Tirkiyeyê kirin ku xalên peymana di sala 2016’an de li ser krîza penaberan hate amadekirin bi cih bîne.
Ewropiyan piştgiriya xwe ya ji bo Yewnanistanê dubare kirin û gotin, “Rewşa li derveyî sînorê Yekîtiya Ewropayê nayê qebûlkirin.” Ewropaiyan diyar kirin ku derbasbûna ji sînor bi rengekî neqanûnî wê neyê qebûlkirin.
Wezîrên Karên Hundir ên Yekîtiya Ewropayê diyar kirin ku wê “tedbîrên pêwîst hemû” bên wergirtin û îdîa kirin ku ev yek jî wê di çarçoveya hurmeta li hiqûqa navneteweyî bê kirin.