Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca pirsî.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Omer Ocalan, rewşa tenduristî û tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi navbeynkariya TBMM’ê ji Wezîrê Tenduristiyê Fatrettîn Koca pirsî. Ocalanê HDP’î xwest derbarê tenduristiya Ocalan de wezaret agahî bide raya giştî.

Ocalanê HDP’î, bal kişand ser tecrîta girankirî ya li ser Ocalan û wiha got: “Li Gireva Îmraliyê pêkanînên keyfî û dij hiqûqî tên kirin. Derbarê rewşa giştî û tenduristiya Ocalan de fikarên me yên cîdî hene.

Ocalan bi daxwaza bersiv dayînê ev pirs ji Koca kirin:

* Di warê tenduristiya Birêz Ocalan de bi tu awayî agahî ji raya giştî re nayên dayîn. Gelo sedema vê yekê çiye?
* Gelo pirsgirêkek tenduristiyê ya Birêz Ocalan heye ku we bi raya giştî re parve kirî. Ger hebe, ev pirsgirêka tenduristiyê çiye?
*Gelo nexweşiyeke kronîk a tenduristiya Birêz Ocalan heye. Ku hebe çiye?
* Dermanên ku Birêz Ocalan bikar tînin hene û kîjan dermanin? Gelo ev derman di kontrola bijîşkan de tên dayîn?