Êrîş û dagirkeriya artêşa Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dike. Duh saetên êvarî hêzeke ya artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran ve li gundê Şapan ê ser bi navçeya Sîdekan a Başûrê Kurdistanê bi cih bûne.
Li gorî dîmenên ajansa NRT’ê parve kirî, 27’ê Îlona 2018’an hêzeke ji artêşa Tirk a dagirker bi wesayîtên zirxî, çekên giran û 2 kepçeyên ji bo çêkirina rê û baregehan ketine gundê Şapan ê girêdayî Sîdekan ê Başûrê Kurdistanê.
Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a xaka Başûrê Kurdistanê rêveberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bêdeng in, ne jî daxuyaniyek di derbarê van êrîşî û hewldanên dagirkeriyê de didin.
Ne cara yekem e ku artêşa Tirk sînorê Herêma Kurdisan û serweriya xaka Iraqê binpê dike. 31’ê Gulana îsal dîsa hêzeke artêşa Tirk bi wesayîtên zirxî ketibûn gundên Brmîze yên li herêma sînorê Sîdekan û girêdayî bajarokê Soran.
Ji bo pêşîgirtina dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker 16’ê Îlonê encûmena asayîşa Iraqê di bin serokatiya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biyara hêzên ewlekariyê divê li ser sînorê Iraq û Tirkiyeyê ji bo pêşî girtina dagirkeriyê bên bicih kirin dabû.
هێزێکی سوپای تورکیا هاتونەتە گوندی شاپان لە سنووری سیدەکان
هێزێکی سوپای تورکیا هاتونەتە گوندی شاپان لە سنووری سیدەکان
Publiée par NRT sur Vendredi 28 septembre 2018