Li gorî daxuyaniya rêveberiya leşkerî ya Iraqê, roja Çarşemê 10 roket li baregeha Tacî ya artêşa Iraqê ya ku leşkerên Emerîkî lê dimîne ketine.

Di êrîşê de kuştî û birîndar nînin, ziyanên madî jî ne çêbûne. Ji meha Cotmehê û vir ve li hemberî deskeftiyên Emerîka 22 êrîş pêk hatîne.

Ji berî niha di êrîşa li hemberî hêzên Emerîkî yan de erkdarek Emerîkî û leşkerek Iraqî hatibûn kuştin. Tu kesê êrîş negirtibû serxwe, lê belê Washîngton ê komên aligirê Iranê berpirs nîşan dabû.