Li bajarê Toûloûs ê Fransayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protesto kirin.
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan beşdarî çalakiya protestoyê bûn. Çalakî ji Françoîs Verdîerê dest pê kir û heta qada d’Arc dewam kir.
Di mîtînga li vir hatî lidarxistin de komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan hate bibîrxistin û tecrîda dewleta Tirk a li ser Ocalan hate protesto kirin.
Sud éducation31 (Sendikaya Perwerdeya Başûr) ku beşdarî mîtîngê bûn ragihandin ku destekê didin têkoşîna gelê Kurd û bi dewamî di nava piştevaniyê de ne.