Çavkaniyekî leşkerî yê Emerîkayê ji AFP’ê re axivî û diyar kir, piştî ku roja Çarşemê bi êrişa roketî 2 leşkerên Emerîkî û leşkerekî Îngiliz hatin kuştin, wan êrişa hewayî kirine.

Çavkaniyê leşkerî diyar kir ku wan bi taybetî li depoyên çekan xistine, lê agahiyên berfireh parve nekir.

Roja Çarşemê li dijî baregeheke nêzî Bexdayê êrişa bi roketan hatibû kirin û 2 leşkerên Emerîkî û yekî Îngiliz hatibûn kuştin. Li gorî Koalîsyona Navneteweyî bi giştî 18 caran êrişa bi roketan hate kirin. Di êrişê de 12 kes jî birîndar bûn. Nehate eşkerekirin ku birîndar ji kîjan neteweyê ne. Êriş ji aliyê rêveberên Iraqî û Neteweyên Yekbûyî ve hate şermezarkirin.

Çend saet piştî êrişa bi roketan, li qadeke li başûrê bajarê Bûkemalê yê Sûriyeyê, ku li ser sînorê Iraqê ye 10 caran teqîn çêbû. Li gorî Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan herî kêm “26 şervanên Iraqî” yên Haşdî Şabî jiyana xwe ji dest dan. Saziya Çavdêriyê ragihand ku êrişa hewayî ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve hatiye kirin.

Şefê Pentagonê Mark Esper roja Pêncşemê bi daxuyaniyekê got, “Alternatîf hemû li ser maseyê ne”. Esper diyar kir ku Serokê DYE’yê Donald Trûmp ji bo “kirina tişta pêwîst” erk hemû dan wî.