Rêjîma Sûriyeyê bi israra xwe ya di çareserkirina leşkerî de ji bo aloziya Sûriyeyê, krîzê kûrtir dike û hişt ku dewletên dagirker destwerdana karûbarên Sûriyeyê bikin da ku bi çarenûsa gelan bilîzin. Rêjîm bi van nêzîkatiyên xwe Sûriyeyê ber bi şerekî wekaletan ê navneteweyî ve dibe.

Operasyonên leşkerî yên li ser xaka Sûriyeyê, lihevkirin û nelihevkirinên navdewletî ji bo berjewendiyên xwe heya niha didomin. Rûsya bi lihevkirinên xwe yên bi Tirkiyeyê re dixwaze Tirkiyeyê bi aliyê xwe de bikişîne û ji welatên endamên NATO’yê, di serî de ji Amerîkayê dûr bixe, her wiha hewl dide roleke sereke di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de bilîze û nehêle dewletên koalîsyonê sûdê jê wergrin.

Wekî ku em dibînin Rûsya û Tirkiye komên çete ji Idlibê ber bi Efrînê ve dişînin, armanca Rûsyayê ya ji vê yekê ew ku bi hevkariya Tirkiyeyê fişarê li pêkhateyên rojhilatê Firatê bikin da ku dest ji projeya xwe ya demokratîk berde, ji ber ku dibîne ev proje xizmeta berjewendiyên wê nake. Her wiha gelê bakurê Sûriyeyê ji hevalbendê wê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî terorê, qut bike. Ev axaftin di gelek aliyan de aşker bû, mînaka wê bêdengiya Rûsan a li hemberî dagirkirina TirkiyEYê li Efrînê ye ku Rûsya bi vê bêdengiya xwe li bendê bû ku gelê Efrînê xwe radest bike û xwe biavêje hembêza rêjîmê. Lê rewş ne li gorî texmînên Rûsan derket ku gelê Efrînê teslîm nebû û li hemberî dagirkeran berxwedaneke dîrokî nîşan da.

Em dikarin vê mijarê bi awayekî din bêtir diyar bikin; armanca îtîfaqa her du aliyan (Rûsya û Tirkiye) parastina baregehên Rûsan û berjewendiyên wan li herêmê ye. Li vir jî diyar dibe ku Rûsya û hin dewletên hevalbendên Tirkiyeyê Efrîn, Bab, Cerablus û Sûriyeyê wekî herêmên Sûriyeyê nabînin, tenê bajarê Idlibê wek herêma dawîn ya Sûriyeyê dibînin.

Di heman demê de, ev îtîfaq ji Tirkiyeyê re jî sûdek e ku hewl dide baweriyê bide çeteyan ku Tirkiye tekane dewlet e ku parastina wê dike û xwe wekî parêzvanê Idlibê bide xuyakirin. Li aliyekî din jî hewl dide bi hinceta parastina ewlekariya Sûriyeyê çeteyên xwe ber bi bakurê Sûriyeyê bişîne da ku aramiya herêmê têk bibe. Lê mebesta Tirkiyeyê êdî ji her kesî re aşkera bûye ku Sûriyeyê dagir bike û serdema Osmaniyan vejîne.

Bi avakirina herêmeke bêçek û agirbestê jî aloziya Sûriyeyê çareser nabe, berevajî wê, alozî berdewam e û dê kûrtir jî bibe, ji ber ku destwerdana hêzên derve hê jî berdewam e. Di heman demê de jî parçeyek ji Sûriyeyê wekî Efrîn, Bab û Cerablusê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, madem ku ev herêm di destê dagirkeran de ye, ne mimkun e aloziya Sûriyeyê çareser bibe. Li aliyekî din jî hebûna komên terorîst ên girêdayî Tirkeyeyê ewlehiya herêmê di nava xetereyê de dihêle, ji ber ku Tirkiye hemû komên terorîst di nav de Cebhet El-Nusra li herêmên ku dagir kirine, kom kirine.

Lihevkirinên hêzên navdewletî yên der barê Sûriyeyê de îrade û hêviya gelê Sûriyeyê ya di demokrasî û jiyaneke azad de pêk nayne û beşeke mezin ji Sûriyeyê bûye stada di navbera Tirkiye û Rûsyayê de.

Li gel van rûdanan, diyar dibe ku projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi hemû beş û hêzên xwe yên siyasî pejirandine, projeya herî guncaw ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê ye û yekitiya xaka Sûriyeyê mîsoger dike. Lewre pêwîst e hemû hêzên demokratîk ên Sûriyeyê, her wiha rêjîma Sûriyeyê vê projeyê bipejirînin û pratîze bikin, da ku rê li ber parçebûna Sûriyeyê û destwerdana derve bigirin.

Li pêşberî van pêşdeçûnan ku Sûriye tê re derbas dibe, tê xwestin ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê muzakereyên çareserkirina aloziya Sûriyeyê bidin destpêkirin, bi danûstandinan asoyên çareseriyên radîkal ji bo aloziyê vedibin. Ji bo ku çareserî pêk were jî divê destûreke ku mafên hemû gelan biparêze, ji rêjîmê tê xwestin ku dest ji hişmendiya xwe ya “Yek netewe, yek ol û yek ziman” berde û tev li danûstandinên çareseriyên siyasî bibe.

 

EHMED MIHEMED / Rojnameya RONAHÎ