Saziya Tenduristiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê daxwaz kir ku ji ber vîrûsa koronayê li Herêma Kurdistanê dema qedexeya derketina derve û çûn û hatinê were dirêjkirin.
Saziya Tenduristiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku qedexeya derketina derve li nav bajaran û qedexekirina çûn û hatinê ya di navbera bajaran de gelekî bi sûd bûye û bi awayekî baş pêşiya belavbûna nexweşiya vîrûsa korona girtiye.
Saziya Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ji ber tedbîran spasiya xelkê, saziya navxweyî û dezgehên din yên hikûmetê kir.
Di heman demê de Saziya Tenduristiyê daxwaz kir ku ji ber vîrûsa koronayê li Herêma Kurdistanê dema qedexeya derketina derve û çûn û hatinê were dirêjkirin.
Hêjayî gotinê ye ku li Herêma Kurdistanê 5 rojan qedexeya derketina ji derve hatibû ragihadin.
Li Herêma Kurdistanê 38 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, 9 kes jî baş bûne û kesekî ji jiyana xwe ji destdaye.