Girtiyên PKK û PAJK’ê diyar kirin ku wê tecrîda Îmralî û biryara DMM’ê protesto bikin û banga ‘Divê ev bêdengî bê xira kirin’ kirin.
Girtiyên siyasî nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan û biryara DMME dan û diyar kirin ku ew ê li dadgehan balê bikişînin ser rewşa tecrîdê û redkirina ji bo rewşa Ocalan jî wê ji DMME, Konseya Ewropa û Wezareta Dadê re faksê bişînin.
Li ser navê girtiyên PKK’ê û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyek nivîska da û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara redkirina rewşa der barê Ocalan de ya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) şermezar kir. Kaya destnîşan kir ku wê ji niha şûn ve girtî li dadgehan di parastina xwe de balê bikişînin ser rewşa tecrîdê û bi armanca protestokirina biryara DMME’yê ji DMME, Konseya Ewropa (KE) û Wezareta Dadê re faksê bişînin.
Daxuyaniya girtiyan wiha ye;
“Li ser rêya jiyanek mezin û wate têkoşîna me mezin dibe. Li dijî her şertên faşîzmê berxwedan mezin dibe. Divê bê zanîn em kêliyek jî li dijî faşîzmê paş de gav navêjin. Em li dijî her cûre paşverûtiyê ya li pêşiya baweriya me ya azadî û heqîqetê ku dibe asteng xwedî helwestin. Dibe ku em di şerê azadiyê bûne êsîrê faşîzmê, lê bes em qet û qet radest nebin û viya di dîroka têkoşîna me de bila baş bê zanîn. Em wek girtiyên PKK’ê û PAJK’ê yên li girtîgehên Kurdistan Tirkiyeyê, li dijî tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê ya îşkencekar bi salan me li ber xwe da û me serê xwe netewand. Faşîzma li ser zîndanan tasfiyeya gelan hesab dikir, di berxwedana 14’ê Tîrmehê de çawa hat şikandin divê îro jî ev berxwedan û şikandina faşîzmê bila baş bê zanîn. Em wek şopînerê 14’ê Tîrmehê ne. Di her şert û mercan de em ê girêdayî nirxên xwe bin û em ê nirxên xwe derxin asta serkeftinê. Ji bo azadiya gel bilindkirina berxwedanê berpirsyariya me ya bingehîn e.
EM QET Û QET TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN
Li ser Rêbertiya me tecrîdek giran heye. Kodên faşîzmê li dijî têkoşîna me ya heqîqet û azadiyê ditirse. Dem dema em wêrekiya em ji faşîzma wan re bêjin ‘kralê tazî’ hatiye. Welat bi rejîmek faşîst û dîktatorî bi rê ve dibin. Erdogan û hikumeta xwe pêşengiya vê faşîzmê dikin. He cûre zextên xwe rewa dibînin. Yekane hinceta vê rewabûna ji bo xwe dibînin jî bêdengiya ku her roj mezin dibe ye. Ji ber vî awayî yên ji xwe re dibêjin demokrat, rewşenbîr û hemû beşên civakê divê vê bêdengiyê bişkênin. Li Zîndana Îmraliyê Rêbertiya me bi tecrîdek giran re rû bi rû ye. Divê bê zanîn xwedî helwest û dengekê ye. Em ji 10 hezar zêdetir girtiyên PKK’ê û PAJK’ê em li dora Rêbertiya xwe dibin xelek û qet û qet tecrîdê qebûl nakin.
BIRYAREK KU PERGALA TECRÎDÊ REWA DIKE DMME
Argûmanên dewletan bê darizandin qebûl dike. DMME bi biryara xwe ya dawî tecrîdkirina Rêbertiya me ya ji 1999’an ve li Zîndana Îmraliyê tê ragirtin ji nedîtî ve hat. Bi vê biryara xwe tecrîdkirina nêzî 20 salan nabîne û qebûl dike. Rewa dibînin. Biryarê da nîşandan ku pergala tecrîda li Îmraliyê ji DMME û CPT ne serbixwetir e.
LI DIJÎ TECRÎDÊ BIRYARA ÇALAKIYÊ
Em wek girtiyên PKK’ê û PAJK’ê yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo rakirina tecrîdkirina Rêbertiya me û ji bo em biryar DMME şermezar bikin em ê li dadgehan di parastinên xwe de tecrîdkirina Rêbertiya me bînin rojevê. Em ê ji DMME, Konseya Ewropa û Wezareta Dadê re jî faksan bişînin. Em bang li hemû gelê xwe û mirovatiyê dikin ku li dijî rejîma faşîst a dewleta Tirk bêdeng nemînin û li dijî wê deng derbixin û li ber xwe bidin.”