Protestokirinên li dijî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê ev 3 roj in li Elmanyayê ye dewam dikin. Bi hezaran welatiyên duh li Berlînê xwepêşandanên protestoyî li dijî Erdogan kirin îro li Kolnê jî Erdogan protesto kirin. Çalakî ji aliyê platforma ‘Erdogan Nat Welcome’ ‘Xêr Nehatî Erdogan’ a ji dehan sazî û dezehan pêk tê ve tê organîzekirin û pankartên ‘Qatil Erdogan’ , ‘Dîktator Erdogan’ û bê navber dirûşmên li dijî Erdogan tên qîrkirin.

‘ERDOGAN DIJMINÊ MIROVAHIYÊ YE’

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç ê di li vir axivî diyar kir ku li Elmanya her kes Erdogan naxwaze û got: “Erdogan dijminê hemû gelan û mirovahiyê ye, dostê DAÎŞ’ê ye. Angela Merkel bi vê vexwendinê bûye hevkarê wî yê sûc. Bûye hevkarê qetilkirina Kurdan.”

Koç bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir ku vê yekê napejirînin û got: “Ocalan Rêberê gelê Kurd e. Ji bo azadiyê em ê hata dawiyê çalakiyan bikin.

Li ser navê ATÎP’ê jî Suleyman Gunrcan jî diyar kir ku Erdogan kujer e û got: “Me duh bi deh hezaran li Berlînê Erdogan protesto kir. Em niha bi hezaran li Kolnê jî protesto dikin. Faşîst Erdogan biçe kû dera dinê wê bê protestokirin. Ji ber ku ew dijminê gelan e. Dijminê Êzidî, Kurdan, gelên Tirkiyeyê û Ermeniyan e. Ew enceq dostê DAÎŞ’ê be. Ji bo wê em li her derê şermezar bikin, protesto bikin.”

‘ERDOGAN SÛCÊ TERORÊ DIKE’

Siyasetmedarê Elman Norman Paech jî anî ziman ku şer bû ku Erdogan ji aliyê Elmanyê ve hate pêşwazîkirin û got: “Ew serê rejîmeke dîktatoriyê ye. Îro li Tirkiyeyê rojnamevan, siyasetmedar û akademîsyen li girtîgehê ne. Yê vê dike Erdogan bi xwe ye. Tevî van hemû tiştan Elmanya ew vexwend. Ev rewşeke ya şermê ye. Erdogan li dijî Kurdan şer û terorê dike. Li Cizîr, Nisêbîn, Sûr û gelek deverên Bakurê Kurdistanê destê wî di xwîn bi hezaran Kurdî de heye. Ew sûcê terorê dike.”

‘DESTÊ XWE JI GEL VEKIŞÎNIN’

Li ser navê DÎDF’ê jî Huseyîn Aygan jî axivî û rêveberên Elmanya rexne kir û got: “Erdogan û Merkel li dijî gel di nava lihevkirinekê de ne. Em bang li her du aliyan dikin ku destê xwe ji gel vekişînin.”

Li ser navê Partiya Çep a Keskan Mehemt Cengîz jî diyar kir ku pêşwazîkirina Elmanya ya Erdogan şerm e.

Parlemetera berê ya HDP’ê Tûba Hezer jî axivî û destnîşan kir ku AKP û Erdogan dijminê gelên li Tirkiye û Rojhilata Navîn in.