Wezîrê Tenduristiyê Olîvîer Veran ragihand ku li gelemperiya welat di nava 24 saetan de 3 hezar û 176 kes bi vîrûsê ketine, li gorî vê hejmara kesên bi vîrûsê ketine gihişte 19 hezar û 856’an.
Wezîr eşkere kir ku di rewşa heyî de 8 hezar û 675 kes jî tên dermankirin û ji van jî 2 hezar û 82 kes di beşa başbûnê de ne.
Veran diyar kir ku di rojekê de 186 kes mirin û destnîşan kir ku ji roja şewb destpê kir û vir ve 860 kes mirine.
Ji roja yekem a şewba Korona li Fransayê derket û vir ve 5 doxtor ji ber vîrûsê mirine.