TIRKIYE
Rayedarên Tirk ragihandin ku li welat 3 hezar û 629 kes bi vîrûsê ketine û 75 kes jî mirine. Alîkarê Wezîrtê Karê Derve yê Tirk Yavûz Selîm Kiran jî ragihyand ku li 8 welatan hata roja îro 50 welatiyên Tirk ji ber şewba Covît-19 mirine. Rêxistinên tenduristiyê tînin ziman ku ev hejmar hê zêdetire.
Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) nerazîbûn nîşan da ku Wezareta Tenduristiyê rastiyan nabêje. TTB’ê destnîşan kir ku hejmara testên tên kirin têrê nake û got: “Hejmara Wezîrê Tenduristiyê ya li ser Twîtterê tê ragihandin tenê qismê çiyayê berfê yê tê dîtine.”
Metirsiya belavbûna vîrûsê ya li girtîgehan jî zêde dibe. Desthilata a mîna ku ti ewlekarî negirtiye, di sererastkirina kirî girtiyên siyasî û nexweş li xwe nagire.
Li Amedê heta niha hejmara kesên bi gumana vîrûsa koronayê li nexweşxaneyê ne zêdetir dibin. Li bajar heta niha 8 nexweş testên wan pozîtîf derketin, 61 nexweş jî bi gumana vîrûsê li nexweşxaneyên cihê tên dermankirin.
Li Wanê jî gel ê li ber derê banka û avahiyên cemawerî bûne rêz tîne ziman ku ji neçarî derdikevin.
Taxa Xan a girêdayî navçeya Ebex a Wanê hatiye karantînakirin.
Gundên Maltepe, Esentepe, Beştep, Yenî Selîmiye û bajarokê Kendîrîlî yê navenda Rîzeyê jî di karantînayê de ne. Li gudn û bajarok qedexeya derketinê hatiye ragihandin.
DYE
Li DYE hejmara kesên bi vîrûsê ketine zêdetirî 86 hezarî ye. 1 hezar û 300 kes jî mirine.
ÎNGÎLTERE
Hate ragihandin ku Serokwezîrê Îngîltere Borîs Johnson û Wezîrê Tensuritiyê Martt Hancock jî testên wan ên vîrûsê pozîtîf derketine. Li welat 11 hezar û 800 kes bi vîrûsê ketine û 576 kes jî mirine.
ÎTALYA
Hejmara kesên bi vîrûsê ketine gihişte 80 hezar û 500 kesî, zêdetirî 8 hezar û 200 kes jî mirine.
SPANYA
Li Spanyayê hejmara kesên bi vîrûsê ketine 64 hezar derbas kir û 6 hezar kesên nû jî bi vîrûsê ketine. Her wiha 4 hezar û 900 kes jî mirne.
ELMANYA
47 hezar û 373 kes bi vîrûsê ketine û 285 kes jî mirine ji van jî 18 kes nû ne.
SWÎSRE
Zêdetirî 12 hezar û 311 kes bi vîrûsê ketine, zêdetirî 200 kes jî mirine û ji van jî 15 nû ne.
SWÊD
3 hezar û 46 kes bi vîrûsê ketine, zêdetirî 200 kes jî mirine û ji van 92 nû ne.
FRANSA
Li welat hejmara kesên bi vîrûsê ketine 26 hezar kesî derbas kir û derdorî 1 hezar û 700 kes jî mirine.
ÎRAN
32 hezar û 332 kes bi vîrûsê ketine û nêzî 3 hezar kesî jî rewşa wan krîtîke. Her wiha 2 hezar û 378 kes jî mirine.
ÇÎN
Li welat 81 hezar û 340 kes bi vîrûsê ketine, 3 hezar û 292 kes jî mirine.
HOLLANDA
Zêdetirî 8 hezar û 600 kes bi vîrûsê ketine, 546 kes jî mirine.
BELÇÎKA
Li welat 7 hezar û 300 kes bi vîrûsê ketine û 289 kes jî mirine.
EVÛSTÛRYA
7 hezar û 393 kes bi vîrûsê ketine, 58 kes jî mirine.
ENDONEZYA
Wezîrê Tendurstiyê yê Endonezya ragihand ku di nava 24 saetan de li wealt 153 kesên nû bi vîrûsê ketine û 9 kes jî mirine. Li welat bi giştî 87 kes mirine.
EFRÎQAYA BAŞÛR
Li Komara Efrîqaya Başûr ji ber Covîd-19 2 kes mirin. Wezîreta Tenduristiyê ya Efrîqaya Başûr ragihyand ku hejmara kesên bi vîrûsê ketine roja Înê gihişte hezarî.