Hejmara nexweşên koronavîrusê 600 hezar derbas kir. Kesên mirine jî nêzî 30 hezarî bû.
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku 86 xebatkarên wan bi nexweşiya koronavîrusê ketine.
TIRKIYE
Rayedarên dewleta Tirk diyar kirin ku li Tirkiyeyê 5 hezar û 698 kes nexweş ketine û hejmara miriyan jî bûye 92.
Li Tirkiyeyê hemû balefirên navxweyî hatin qedexekirin, ji bo derketina derveyî bajêr divê walî destûrê bide. Rêxistinên tendirustiyê jî diyar dikin ku hejmara nexweş û miriyan gelekî zêde ye.
AMED
Li Amedê hejmara nexweşên ji ber koronayê zêde dibe. Li bajêr heta niha testa 10 kesan pozîtîf derketiye. Li nexweşxaneyan jî 92 kes ji ber koronavîrusê tedawî dibin.
LI RIHAYÊ TEST TUNE
Serokê Odeya Tabîban a Rihayê Omer Melîk diyar kir ku li Rihayê kîta testê tune û heta niha 4 kes bi koronavîrusê ketine.
Li girtîgehan jî rîska ji ber koronayê zêde dibe. Desthilatdarî tu tevdîrê nastîne û girtiyên siyasî dixe derveyî sererastkirina wan a dawîn.
Hate diyarkirin ku Wezareta Tenduristiyê heta 3 mehan îstîfaya kedkarên tendirustiyê qedexe kiriye.
DYE
Li DYE’yê hejmara nexweşan 100 hezar derbas kir. Heta niha 1700 kes jî mirine. Serokê DYE’yê Donald Trûmp ji bo pêşîlêgirtina hilweşandina ekonomîk pakêta teşwîqê ya 2,2 trilyon dolar îmze kir. Trûmp ferman da fîrmaya otomobîlan a General Motorsê û xwest bila cîhaza bêhnstendinê hilberîne.
ÎTALYA
Li Îtalyayê hejmara nexweşan bûye 87 hezar û 9100 kes jî mirine. Rewşa 3700 kesan jî krîtîk e. Hate diyarkirin ku heta niha 51 bijîşk jî ji ber koronavîrusê mirine.
ÎSPANYA
Li Îspanyayê 5.690 kes mirine û 72.248 kes jî nexweş ketine. Li welat Rewşa Awarte hatiye îlankirin.
FRANSA
Li Fransayê 33 hezar kes nexweş ketine û 1500 kes jî mirine.
ELMANYA
Li Elmanyayê hejmara nexweşan 53 hezar derbas kir. Li welat 400 kes ji ber koronavîrusê mirin.
BRÎTANYA
Li Brîtanyeyê hejmara kesên ku bi koronavîrûsê ketin 14,500 derbas kir. Hejmara miriyan jî bû 759 kes. Ji 13 hezaran zêdetir nexweş niha tên tedawî kirin.
Piştî testa koronavîrûsê ya Serokwezîr Borîs Johson jî pozîtif derket gelê Îngiliz zêdetir kete fikarê. Li welat testa Serokê Tendirustiyê Matt Hancock jî pozîtîf derketibû.
BELÇÎKA
Li Belçîkayê hejmara kesên bi koronavîrûsê ketin 9100 derbas kir. Ji 350 kesan zêdetir mirîne. Li welat ji 7700 kesan zêdetir tên tedawîkirin.
HOLLANDA
Hejmara kesên li Hollandayê bi koronavîrûsê ketin 8600 derbas kir. 546 kesan ji ber koronavîrûsê jiyana xwe ji dest dane. Ji 8 hezaran zêdetir kes tên tedawîkirin.
EVÛSTRALYA
Li Evûstiralyayê jî hejmara kesên bi vîrûsê ketin 7700 derbas kir û hejmara miriyan gehişte 68 kesan.
SWÊD
Hejmara miriyan li Îsveçê ji 100’î derbas kir. Li welat ji 3060’an zêdetir kes bi vîrûsê ketine.
SWÎSRE
Li Îsvîçreyê ji 13 hezar û 250 kesan zêdetir bi vîrûsa koronayê ketine, hejmara miriyan 240 kes derbas kir.
ÎRAN
Li Îranê hejmara kesên bi vîrûsê ketîn 35 hezar derbas kir. Li gorî ya bi fermi hatî diyarkirin li welat hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dayîn 2500 kesan zêdetir e. Nêzî 3 hezar kes rewşa wan giran e.
IRAQ
Li Îraqê nêzî 500 kes nexweş ketin. Li welat hejmara kesên jiyan xwe ji dest dayîn 42 ye. Herî kêm 330 kes tên tedawîkirin.
FILISTÎN
Li Filîstinê jî hejmara kesên bi vîrûsê ketîn zêde dibe. Berdevkê Hikumetê Îbrahîm Milhim da diyarkirin ku 6 kes din hatin tesbît kirin bi vîrûsê ketine, hejmara kesên bi koronavîrûsê ketîn gehişte 97 kesan.
FÎLÎPÎNYA
Li Fîlîpînyayê 14 kesên din jiyana xwe ji dest dan. Li welat di nava 24 saetên dawî de hejmara kesên bi koronavîrûsê ketin 272 kes dan diyarkirin. Li gorî vê hejmara miriyan li Fîlîpînyayê bû 68 û hejmara kesên bi vîrûsê ketin jî bû 1075 kes.
KIBRIS
Li gorî KKTC’yê kesek miriye û hate diyarkirin ku hejmara kesên ku bi koronavîrûsê ketin 61 e.