Li paytexta Swêd Stockholmê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî çalakiyek hate kirin.
Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholm û Meclîsa Jinan a Kurd a Amara li Qada Medborgarplatsenê saet derdorî 13:00’an çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de Serokê NCKD a Swêdê Ferah Bozcali axivî û diyar kir ku ev 2 sal zêdetirin agahî ji Ocalan nagirin û diyar kir ku ji rewşê bi fikar in. Bozcali bang li CPT’ê kir ku bi erka xwe rabe.
Bozcali destnîşan kir ku daxwaza bi milyonan Kurdên li welatên cuda yên cîhanê ew e ku azadiya Ocalan e û got: “Li gel azadkirina Ocalan berdana girtiyên siyasî jî ji bo pêkanîna aştiyê gaveke neçari ye. Divê baş bê zanîn ku di warê aştiyê de rola Ocalan diyarker e.”
Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê Latîf Cebe da xuyakirin ku şertên ku Ocalan di nav de tu Kurd nikare xwe azad hîs bike. Cebe bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kir ku ji bo azadiya Ocalan hê zêdetir têkoşînê xurtir bikin.
Çalakiya bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên şoreşê hate lidarxistin, bi dirûşmên ‘Destê xwe yên xwîn ji Ocalan vekişînin’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ bi dawî bû.