Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 3ê NÎSAN 2020, ÎN
li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Guhdarên hêja emê bûltena xwe pêşkêş bikin, di destpêkê de çend sernûçeyên me.
&- Rayedarên Dewleta Tirkiyê, bersiv nedana malbat û parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imrali û hevdîtina li Imralî astang dikin.
&- Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, ji bo 71mîn salvegera rojbûna Rêbertî bîranînê xwe vegotin.
&- Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku li Kurdistanê dewlet ti tedbîrên korona vîrûsê negirtine û nagire.
&- Qeyûmê tayînê Şaredariya Cizîrê hat kirin, mala Hevşaredar Mehmet Zirig desteser kir.
&- Endama Komîteya Şehîdan ya PKK’ê Zîlan Tolhildan, diyar kir ku azadiya Rêber Apo, şikandina zincîra koletiyê ye.
&- Zimanzan û aktîvîstê demokrat yê navdar Noam Chomsky, diyar kir şaristanî di qeyranê de ye û çarenûsa cîhanê bi awayeke metirsîdar ketiye destê şeqlabanên sosyopat.