Artêşa Îsraîlê diyar kir ku şerê navbera artêşa Sûriyeyê û komên çekdar giran bûye û ji ber vê yekê wan jî tank û cebilxaneyên xwe yên li ser sînor zêde kirine.

Di daxuyaniya artêşê de hate ragihandin, ku polîtîkaya Îsraîlê ya ‘xwevegirtina ji şerê navxweyî yê li Sûriyeyê’ dewam dike.

Artêşê diyar kir, ji ber rewşa li Girên Golanê wan hejmara çek û leşkerên xwe yên li herêmê zêde kirine.