Binpêkirina agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê ji aliyê hêzên rêjîmê û komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê ve berdewam dibin û hevûdu topbaran dikin. Li girên El-Sefa ya girêdayî parêzgeha Siwêda di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ’ê de şer rû didin.

Girêdayî binpêkirina agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê li çar parêzgehan Heleb, Idlib, Hema û Laziqiyê, Hêzên rêjîmê şevê din eniyên li Çiyayên Kurdan ên gundewarê bakurrojhilatê Laziqiyê topbaran kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku hêzên rêjîmê gelek fûze ber bi deverên komên çete yên li bajaroka El-Temanha a gundewarê başûrê Idlibê ve avêtin. Derbarê ziyanên canî de agahî nehatin bi dest xistin.

Navenda Çavdêriyê duh çalakiyên topbaranê yên di navbera hêzên rêjîmê û komên çete de li gundewarê Idlib, Hema û Laziqiyê  ragihandin. Hêzên rêjîmê gelek deverên çeteyan ên gundewarê bakurê Hema û gundewarê rojavayê Idlibê topbaran kirin. hêzên rêjîmê her wiha eniya çiyayên Kurdan ên gundewarê Laziqiyê jî topbaran kir. Komên çete jî gelek deverên di bin serweriya hêzên rêjîmê de ne topbaran kirin.

Komên çete her wiha taxên Mogambo, Şarih Nîl û Endelos ên bajarê Helebê bi fûzeyan topbaran kirin. di encamê de gelek kes birîndar bûn û ziyanên madî derketin. Hêzên rêjîmê jî aliyên deverên Lêramon û Cemhiyêt El-Zehra armanc girtin.

Li başûrê Sûriyeyê li girên El-Sefa ya girêdayî parêzgeha Siwêda di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ’ê de şer ûşer berdewam in.