Li Fransayê, ji bo rehetkirina nexweşên Covîd-19, wê plazmaya ji xwîna nexweşên ji vîrûsê rehet bûne piştî 14 rojan hatin wergirtin, bê bikaranîn.
Mîna DYE û Çînê, Fransa jî dixwaze antîkorên li plazmayên nexweşên ji Covîd-19 rehet bûne bi kar bîne û ji bo başkirina nexweşên giran ên Covîd-19 bi kar bîne.
Tedawiya bi vî rengî wê roja Sêşemê dest pê bike. Nûnertiya Cemaweriyê ya Nexweşxaneyên Parîsê, Saziya Xwînê ya Fransayê û Enstîtuya Neteweyî ya Lêkolînên Tibî têkildarî tedawiya ku wê ceribandina klînîk dest pê bike, daxuyaniyek weşandin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi vê ceribandina klînîkê tê xwestin ku antîkorên li plazmayên xweşên ji Covîd-19 rehet bûne, ji bo nexweşên giran bên bikaranîn.”
Tedawî wê ji aliyê Prof. Karîne Lacombe û Prof. Pîerre Tîberhîen ve bê meşandin.
Ji bo vê jî, wê roja Sêşemê ji 200 kesên ku ji vîrûsê rehet bûne, piştî 14 rojan mînaka xwînê bê wergirtin. Tê payin ku bi vê rêbazê destpêkê 60 kes bên tedawîkirin. Encamên destpêkê jî wê 14 roj piştî tedawîkirinê eşkere bibin.
Heman rêbaz ji bo tedawiya Ebola û Srasê jî hatibû bikaranîn. Heta niha li Çînê tedawiya bi rêbaza plazmayê tê kirin. Li DYE’yê jî kar li ser tedawiyek bi heman rengî tê kirin.