Li EHPAD’ê ya ku li Fransayê saziya mala kal û pîran e, ji ber koronavîrusê bîlançoyeke giran derket holê.

Li bajarê Moûgînsê heta niha 31 kes mirine. Li vê derê 109 kes dimînin.

Li gorî rayedaran heta niha li saziyên cihê yên EHPAD’ê 2 hezar kes mirine.

Li welat heta niha ji ber şewba Covîd-19’ê 8 hezar û 78 kes mirine. li Fransayê 93 hezar û 780 kes jî nexweş ketine.