Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 8ê NÎSANê 2020, ÇARŞEM
li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00
Guhdaêrn Hêje, em ê bûltena xwe pêşkêş bikin di destpêkê de çend sernûçeyên me.
&- Rayedarên dewleta Tirk hîna, bersiv nedane Parêzerên Rêberê Ocalan û girtiyên din yên li Imralî.
&- Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Girtiyan re ya Anatolyayê, diyar kir ku, ji ber metirsiya vîrûsa korona, ew tenduristiya Rêberê Ocalan meraq dikin û xwest, hevdîtin pê re bê kirin.
&- Li bejahiya navçeya Amed Pasûrê, di dema derbasbûna wesayitekê de teqîn çêbû, 5 kesan jiyana xwe ji dest da.
&- Înîsiyatîfa Zarokên Agir bi daxûyaniyeke ragihandin ku wan li Stenbolê febrîqeyeke mobîlyayê şewitandine.
&- Pisporê Xizmeta Civakî Mûstafa Altintop, diyar kir ku karantîna wê bandoreke neyînî li mirovan bike.
&- HDP, li Stenbolê ji bo pêdiviyên gel peyda bike li navçeyên bajêr komîsyon ava kirin.