Li ser rêya Hewlêr û Şemamikê ji ber qezaya trafîkê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li Ranyayê jî wesayit li zarokeke yek salî qelibî.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, qeza doh bi şev li ser rêya navbera Hewlêrê û Şemamikê rû da.
Hate ragihandin ku ajokar nekariye wesayitê kontrol bike, lewma qelibiye.
Ji ber qezayê 4 kesên di hundirê wesayitê de bûn jiyana xwe ji dest dan.
Danê êvarê li bajarokê Çarqurne yê navçeya Ranyayê jî wesayitek li zarokeke yek salî qelibî.
Di bûyerê de zaroka yek salî jiyana xwe ji dest da, ajokarê wesayitê jî hate destgîrkirin.