MARDEFF’ê jî ragihand ku ew tevlî kampanya ”Malbatên Xwîşk û Bira” dibin, ku di pêvajoya hêla vîrûsa koronayê de ji bo desteka li malbatên hewce hatibû destpêkirin.
Federasyona Komeleyên Demokratîk a Meraşê (MARDEF) daxuyaniyeke niviskî da û ragihand ku ew jî tevlî kampanyaya Malbatên Xwîşk û Bira dibin û bang li hemû derdoran kir ku destekê bidin kampanyayê.
MARDEF’ê di daxuyaniyê de gotin, ”Weke ku tê zanîn em bobelateke mezin dijîn ku pergala dijî mirovahiyê ava kiriye û gefê li mirovahiyê dixwe. Van rojên ku her roj zêdetir mirov dimirin wê dîrok û mirovahî ji bîr neke.”
Rojên wiha yên giran rojên piştevaniyê ne. Ji ber ku mirovahî bi piştevanî û hevhembêzkirinê ji van bobelatan xilas bûye.”
MARDEF’ê bi berdewamî diyar kir ji bo ku piştevanê dostên xwe yên Meraşî bibin ew jî tevlî kampanyayê dibin û diya kir ji bo her malbata hewce 3 mehan her meh wê 100 Euro bidin.
MARDEF’ê diyar kir ew bawer dikin ku hemû dost û komele û weqf û meclîsên MARDEF’ê bi her rengî wê tevlî kampanyayê bibin û bang kir ku pir bihistyar bin.