Piştî ku Artêşa Tirk a dagirker li çoltara çiyayê Bagokê û Gundê Badibê yê Navçeya Nisêbinê operasyon da destêkirin şer derket. Hat diyar kirin ku di operasyonê de helikopter herêmê gulebaran dikin.
 
Walîtiya rejîma AKP li Mêrdînê li çoltara Gundê Badibê yê Navçeya Nisêbînê, Bajaroka Girê Mîr, Telmînar, Marîna yên Çiyayê Bagokê qedexe îlan kir. Eskerên derketin operasyonê li bejahî û hewayî êrîş daye destpêkirin. Hate hînbûn ku li cihê ku êrîş lê pêk hatiye ‘qedexeya derketina derve’ lê hatiye îlankirin.
Li gund û herêmê piştî operasyona eskerî dest pê kir, dengê çekan bilind bû. Hat diyar kirin ku operasyona eskerî li herêmê didome. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku çûn û hatin li welatiyan hatiye qedexekirin. Çavkaniyan da zanîn ku helîkopterên tev li operasyonê dibin kontara Çiyayê Bagokê gule baran dikin.
 
Çavkaniyan da zanin ku li herêma Dêrxirap a hatiye valakirin jî helîkopter herêmê bombe dikin. Welatiyan da zanîn ku piştî helikopteran herêm gulebaran kir şewat derket û pêtên şewatê bilind dibin. Welatiyan da zanîn ku dengê çekan ji herêmê bilind dibe, lê der barê mirî û birîndaran de agahî tune ne.