Heyva Sor a Kurdistanê ji ber wefata mele Sebrî Kiliç sersaxî ji malbata wî re xwest û diyar kir, “Ev ked û sekna wî wê her tim hêz û baweriyê bide xebatên me.”

Heyva Sor a Kurdistanê ji ber wefata Mele Sebrî Kiliç ku kedkarekî wan bû peyameke sersaxiyê weşand.

Peyama Heyva Sor a Kurdistanê wiha ye:

“Me bi xemgîniyeke mezin agahiya wefata kedkarê saziya me Heyva Sor a Kurdistanê Mele Sebrî bihîst.

Mele Sebrî ku ji salên 1970’î ve li Ewrûpayê ye beşek mezin ê jiyana xwe fedayî azadiya mirovan û alîkariya wan kir.

Li gel xebatên xwe ên civakî û polîtîk demeke dirêj bû weke kedkarekî Heyva Sor a Kurdistanê bû sembola fedekariyê.

Bi taybet salên dawî ên jiyana xwe tevî zehmetî êû temenê xwe ê mezin jî ti carî ji xebatên xêrxwaziyê dûr neket.

Yekane derdê wî ew bû ku destê alîkariyê bighîne mirovên muhtac.

Di vê pêvajoyê de ku pêwîstiya civakê bi hevgirtin û piştgiriyê hebû, wefata Mele Sebrî hem ji bo Heyva Sor a Kurdistanê û hem jî ji bo civakê windahiyeke mezin bû.

Ev ked û sekna wî wê her tim hêz û baweriyê bide xebatên me.

Careke din em weke Heyva Sor a Kurdistanê ji malbata Mele Sebrî re sersaxiyê dixwazin û êşa wan parve dikin.”