Odeya Tabîban a Stenbolê ragihand ku AKP-MHP bi veşartina rastiyan pêvajoya vîrûsa koronayê bi rengekî nebaş bi rê ve dibe.
Odeya Tabîban a Stenbolê têkildarî têkoşîna li dijî şewba vîrûsa koronayê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji roja destpêkê ya tespîtkirina şewbê û vir ve pêvajo baş nehatiye birêvebirin û hate destnîşankirin, AKP ji bo ‘çîrokeke serketinê’ ji bo xwe binivîsîne vê pêvajoyê bi kar tîne.
Odeya Tabîban a Stenbolê pirsa “Baş e, bi rastî jî çi dibe, Tirkiye xwedî bernameyeke têkoşînê ya li dijî pandemiyê heye yan na?” kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dema ku vîrûsa koronayê der bû, welatiyên ji Çînê bi balafirê hatin anîn û tevî ku hate tespîtkirin nenexweş in jî 14 rojan di karantînayê de hatin hiştin. Lê belê piştre welatiyên ku ji Ûmrê hatin bêyî ku tevdîr bên girtin yekser şandin malên wan. Piştî ku ev bûyer li nava raya giştî belav bû bi lez û bez xistin karantînayê. Wezareta Tenduristiyê ji destpêkê ve bi rêbazeke vekirî ev pêvajo nemeşand. Raya giştî mirina fermandarekî berê yê artêşê ji ber Covîd-19 ji rojnamevanekî hîn bû.”
Di daxuyaniyê de qedexeya derketina derve ya 2 rojan hate bibîrxistin û hate gotin, di van du rojan de mirov bi rengekî panîkê daketin kolanan û bêyî xwe ji hev vegirin ketin rêzê.”