Tê xwestin ku li erdê vala yê li nêzî Balafirgeha Ataturkê û qada leşkerî ya berê ya Sancaktepeyê nexweşxaneyên demkî bên avakirin. Şaxê Stenbolê yê Odeya Endezyarên Înşaetê ya TMMOB’ê diyar kir, ku ew cih li gorî rantê hatine diyarkirin.
Şaxê Stenbolê yê Odeya Endezyarên Înşaetê ya TMMOB’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir, ku qadên hatine diyarkirin, ne li gorî pêwîstiyê ne, lê li gorî rantê ye.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku ji bo avakirina nexweşxaneyên têkildarî pandemiyê, wan qadên sporê, beşên girtî û qadên fûarê yên Balafirgeha Ataturkê pêşniyar kirine, ji ber ku ev deverên navborî xwedî binesaziyekê ne û bi karekî kêm dikarin veguherînin nexweşxaneyan.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Lê belê ev yek nehate kirin. Biryar hate wergirtin ku li erdê vala bên çêkirin. Bi gotineke din, li şûna ku nexweşxane bi erzanî û zû bên çêkirin, bi rengekî biha û dereng wê bên çêkirin. Mînak, li Îngilistanê qada fûarê di nava neh rojan de veguherandin nexweşxaneyek ji hezar textî. Mînakeke din jî li Hindistanê bû. Vagonên trenê hatin amadekirin û niha weke nexweşxaneyê tên bikaranîn.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, dewleta ku ji aliyekî ve ji bo têkoşîna li dijî şewbê ‘seferberî’ îlan kiriye û daxwaza alîkariya madî ji gel dike, li aliyê din jî çavkaniyên kêm ên welêt belasebep bi kar tîne.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev rewş ne tê fêhmkirin, ne jî tê qebûlkirin û hate gotin, “Bêyî ku dereng bimînin divê ji vê biryara xwe ya şaş vegerin. Di serî de Balafirgeha Ataturk, qadên pêwîst divê bibin nexweşxane.”