Ba û bahozê roja Yekşemê û sibeha Duşemê ji Teksasê heta Karolîna Başûr qadeke berfireh dan ber xwe.
Li herêmê gelek babîsok rabûn û herî kêm 32 kesî jiyana xwe ji dest dan.
Saziya rewşa lezgîn a eyaleta Mîssîssîpî diyar kir ku li tevahiya eyaletê herî kêm 11 kes mirine û xisareke giran a madî rû daye.
Li Karolîna Başûr 9, li Georgîa 7, li Tennessee 3, li Arkansasê kesek, li Karolîna Bakur jî kesekî jiyana xwe ji dest dan.
Zêdeyî 1.3 milyon mirov bêeleketrîk man, li eyaletên Mîssîssîppî û Lûîsîanayê rewşa lezgîn hate ragihandin.
Şêniyên herêmê ku ji ber vîrûsa koronayê li mala xwe bûn, bi ba û bahozê re gelek tiştên xwe winda kirin.
Ji şêniyên Seneca ya li Karonîna Başûr Vaneshîa Wîlson ji Greenvîlle Newsê re axivî û got, “Niha cihekî ku em biçin nîne. Me her tiştên xwe ji dest dan.”