Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser mirina mirovan li girtîgehan ji ber Covîd-19 û destnîşan kir ku girtîgeh mîna kaxiza tûrnûsolê a welatekî ne.
Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş diyar kir, li gorî agahiyên tên li girtîgehan hîn jî tevdîr li dijî vîrûsa koronayê nehatine wergirtin û got, “Li gorî agahiyan zext û êşkence zêde bûne û tevdîr nehatine wergirtin. Tê gotin ku maskeyek û lepikek gelek caran tên bikaranîn. Piştî ku vîrûs bi wî lepik yan jî maskeyê ket, bê bikaranîn wê çi be, neyê bikaranîn wê çi be. Di nava şert û mercên girtîgehê de ji girtiyan tê xwestin ku masek, lepik û materyalên bi vî rengî bişon û gelek caran bi kar bînin. Malzemeyên bi vî rengî nadin personelan jî. Kedkarên tenduristiyê, zanyar û doktor dibêjin maske û lepik divê tenê carekê bên bikaranîn, timî bên guhertin, naxwe wê pêşî li belavbûna vîrûsê negirin. Di nava van şert û mercan de mirov dikarin bêjin ku tevdîrek jî nehatiye wergirtin.”
‘DI HER KÊLIYÊ DE ZERAREKE MEZIN DIKARE RÛ BIDE’
Beştaş bal kişand ser girtiyên nexweş û got, “Li girtîgehên li Tirkiyeyê paqijî kêm e, koxûş qelebalix in, derfetên xwarinê kêm in, lewma şewba heyî li ser girtîgehan metirsiyeke mezin e. Eger çareseriyek neyê peydakirin di her kêliyê de zerarên mezin dikarin rû bidin û telafiya wan zehmet e. Ji xwe hin girtiyan jiyana xwe ji dest dan.”
QANÛNA ‘EFÛ’YÊ
Beştaş têkildarî qanûna înfazê ya ku li meclîsê hate qebûlkirin û wê 90 hezar kes bên berdan got, “Di dema nirxandina paketê de me timî anîn ziman. Guhetina qanûnî ya ku wê 90 hezar kesî berde EFÛ ye. Ev qanûn qanûneke efûyê ye. Dervehiştina girtiyên siyasî pratîk û klasîkeke AKP’ê ye. Bi siyaseteke sûdê ji krîzan werdigire, mûxalîfan li girtîgehan di nava şewbê de dihêlin. Yanî hewl dide girtiyên siyasî li girtîgehan bihêle û bi vî rengî tune bike.
Çawa ku piştî 15’ê Tîrmehê di bin navê FETO de wezîfedarên mûxalîf ji cemaweriyê avêtin û mehkûmî xizanî û birçîbûnê kirin, niha jî li girtîgehan mûxalîfan dike hedef. Girtîgeh mîna kaxiza tûrnûsolê ya welatekî ye. AKP’ê bi vê guhertina qanûnî nêta xwe ji tevahiya civakê re ragihand.”