Ji wezîran, parlamenterên Ewropayê, rêxistinên civakî yên sivîl, rêveberên şîrket û saziyên ramanê derdora 180 kesî bi daxuyaniyeke hevpar ji bo “Tifaqa Ewropa ya ji nû ve şînkirinê” ya piştî vîrûsa koronayê bang kiribûn.
Belavoka hevpar ku Serokê Komîsyona Hawirdorê ya Parlamenta Ewropayê Pascal Confîn pêşengiyê jê re dike, li gelek rojnameyên Ewropayê hate weşandin.
Tifaq bang dike ku piştî krîzê ‘planên razemeniyên şênkahiyê’ bên kirin.
Belavok li rojnameyên;Le Monde (Fransa), La Libre Belgique (Belçîka), Corriere della sera (Îtalya), Publico (Portekîz), SEM (Slovakya), Politico, El Diario (Spanya) hate weşandin.
Ji Renew Europe, Tifaqa Azad a Ewropya/Kesk, Sosyal Demokrat, Partiya Gel a Ewropayê ya rastgir 79 parlamenterên Ewropayê, patronên L’Oreal û Îkea jî di nav de patronên 39 şîrketan, 28 komeleyên şîrketan, Konfederasyona Sendîkayên Ewropayê, 11 wezîr, 7 rêxistinên civakî yên sivîl û 6 saziyên ramanî mohra xwe danîn binê belavokê.