CDK-F’yê têkililî kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira got,”Ev kampanya ne kampanyayeke jirêzê ya alîkariya maddî ye. Di vê pêvajoya zor û zehmet de her Kurd divê malbatekê ji xwe re bike malbata xwişk û bira.”

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê( CDK-E) têkilî kampanyaya Malbatên Xwişk û Bira ya bi mebesta ku piştgiriyê ji bo malbatên Kurdistanê bike dest pê bûyî daxuyaniyek da û got berpirsyariyeke girîng di vê pêvajoyê de dikeve ser milê Kurdistaniyên li Ewropayê û gelê Kurdistanê ji ber bêderfetiyên madî û madî li dijî pandemiyê zor lê dibe ku tevdîran bistîne.

CDK-F’yê got ev pandemiya Covîd-19’ê pir bandora xwe li ser gelê Kurd ê li Ewropayê û Kurdistanê heye, nexasim gelê Kurdistanê yê li Bakur, ku bi salane berdêlên giran daye û gelê Kurd ê li Rojava, Şengal û gelê Mexmûrê ku ev salek e ambargoyeke giran li ser heye ev pêvajo pir bandorê  li ser dike û bêderfetiyên madî û tibî ji hêla standina tevdîran ve gelê Kurd tengezar dike. CDK-F’yê got tevdîrên li dijî vê pandemiyê bi giringiyeeke jiyanî ye û ji ber bêderfetiyan nestandina van tevdîran divê ji bo gelê Kurd ê li Ewropayê neyê qebûlkirin. 

CDK-F’yê got ew ji ber van sedeman ew jî kampanyayê Malbatên Xwîşk û Bira didin destpêkirin, ku bi pêşengiya Heyva Sor li Ewropayê dest pê kiribû.

NE ALÎKARÎ KAMPANYAYA XWEDÎDERKETINA LI MIROVÛNA XWE YE

Di daxuyaniyê de hate gotin li tevahiya Fransayê bi 17 navendên civakê, bi meclîs û saziyên baweriyê re kampanya bi rengekî xurt wê were kirin û got, ”Di 5 rojan de me xwe gihandiye 600 malbatî û di demeke nêz de ji bo ku em vê hijmarê bikin bi hezaran em ê bi rihekî seferber bixebitin, bi hemû pêkhateyên xwe em ê hêzê bidin kampanyayê û bigihin hedefa malbatên xwîşk û bira.

CDKF-‘yê her wiha got,”Ev kampanya ne kampanyayeke jirêzê ya alîkariyê ye. Ev kampanya her wiha kampanyaya bicihan3ina peywira me ya welatparêziyê, xwedîderketina li mirovên me ye. Ti Kurd, di rewşeke wiha de ku xwişk û birayên wan li Kurdistanê li ber mirinê ye divê li mala xwe rehet rûnenê.”

CDK-F’yê herî dawî bang li gelê Kurd ê li Fransayê û dostan kir ku tevlî kampanyayê bibin.