Li gorî pisporên Zanîngeha Harvardê diyar kir mesafeya sosyal ya ji bo ku pêşî li berbelavbûna vîrûsê hatî destpêkirin belkî heta 2022’an bidome.

Têgeha ‘Mesafeya sosyal’ ya ku ji ber sedema hêla (pandemi) Covîd-19’ê pir dihate bikaranîn dibe ku bi salan di rojevê de bibîne.

Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ku di pêktî û mirinan de ya ji ber sedema vîrûsê di rêza pêşî de ye, ev rêgez heta 2 salan wê were bicihanîn. Li gorî pisporên Zanîngeha Harvardê û di kovara Scîenceyê de hatî weşandin ji bo ku nexweşiyên li Emerîkayê ji ber sedema Covîd-19’ê nexetimin şert e ku rêgeza mesafeya sosyal heta 2020’an de were bicihanîn.